Li Silêmaniyê, 5 kesên din bi vîrûsê ketin

Dîsa li Başûrê Kurdistanê pêla pêketina bi vîrûsê dest pê kir. Herî dawî li Silêmaniyê 5 kesên din bi vîrûsê ketin.

Wezareta Tendirustiyê ya Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Silêmaniyê 5 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine.

Li gorî daxuyaniyê, heta niha 397 kes li Başûrê Kurdistanê bi vîrûsê ketine, ji wan jî 375 kes baş bûne, 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 17 kes jî di bin çavdêriyê de ne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, jimara miriyan 4000 derbas kir

Lê li Tirkiyê tevî veşartinê jî, ji bîlançoyên vîrûsê eşkere dibe rewş kambax e ku jimara qurbanan, 4 hezar jî derbas kir.

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand “di 24 saetên dawî de, hezar û 635 kesên din bi vîrûsê ketin û 55 kesên din jî jiyana xwe ji dest da.”

Heya niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, jimara pêketiyan bû 144 hezar û 749 kes û ya qurbanan jî bû 4 hezar û 7.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî di 24 saetên dawî de 71 kes bi vîrûsê mirin û hezar û 808 kes jî pê ketin.

Back to top button