Kampanya Boeing, wê zêdeyî 1000 mûşekî bide Siûdiyê

Wezareta Parastinê ya Amerîka “Pentagon” duh ragihand ku kampanya Boeing a Amerîkî wê zêdeyî hezar mûşekî bide Siûdiyê. 

Pentagonê eşkere kir ku wê kampanya derdora 650 ûşekên ji cureya (SLAM ER) ên hewayî û 402 ji cureya (Harpoon) ên deryayî, bidin Riyad ya Siûdiyê.

Li gorî Pentagonê jî, Riyadê peymanek bi milyarek û 971 milyon dolarî bi kampanya Buing re îmze kiriye.

Ev mûşek jî digihêje heta 270 km û tê payîn ev peyman heta Kanûna 2028’an dirêj bike.

Kampanya Boeing, kampanyayek Amerîkî ye, navenda wê jî li Chicago ye û taybet ji bo çêkirina balafiran e.

Back to top button