Hesen Mihemed Elî:Amerîka bi şertê ku Îran ji Sûriyê derkeve, bi Rûsyayê re li hev kiriye

Endamê Desteya Serokatiya MSDê Hesen Mihemed Elî diyar kir ku “eger lihevkirineke Rûsî- Amerîkî li ser çareseriya aloziya Sûriyê çêbibe, dibe ku qanûna Sizer were bipaşxistin”. Li gorî Elî, divê aliyên Bakûr û Rojhilatê Sûrî jî tevlî vê çareseriyê bibin, ji ber bêyî wan ti çareserî ne gengaz e”.

Endamê Desteya Serokatiya MSDê Hesen Mihemed Elî, der barê banga Jeffrey ya dibêje “derveyê Rûsyayê, divê hemû hêzên biyanî ji Sûriyê derkevin”, nirxand kir.

Elî diyar kir ku ev daxuyaniya Jeffrey, encama lihevkirina Amerîka û Rûsya ya li ser pêşeroja Sûriyê ye.

Li gorî wî, ev yek bi mercê ku Îran ji Sûriyê derkeve, Amerîka mayîna Rûsya li Sûriyê piştî bidawîbûna aloziyê, qebûl dike.

Hesen Mihemed Elî:Çareserkirina aloziya Sûrî, dibe pêkanîna qanûna Sizer dereng bixe

Der barê egeriyên bipaşxistina qanûna Sizer ku tê payîn destpêka Hizîrana bê dest pê bike, Hesen Elî got:

“Qanûna Sizer zexteke aborî ya Amerîka li ser rejîmê ye, da ku guhertinekê çêbike.

Eger lihevkirineke Rûsî- Amerîkî li ser çareseriya aloziya Sûriyê çêbibe, dibe ku bê bipaşxistin.

Eger hikumeta Şamê nêzî çareseriyê bibe, ev dê bi awayekî erênî bandorê li gel bike.”

Ji bo aloziya Sûrî jî Elî diyar kir ku “divê Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûrî, MSD neyên paşgûh kirin, ji ber bêyî wan, çareserî nabe.”

Hesen Mihemed Elî:Wê ji bo çareseriya aloziya Sûrî, kongreyek li Qahîrayê pêk were

Endamê Desteya Serokatiya MSDê Hesen Elî, dibêje;

Ji bo nêrîneke hevbeş a hêzên opozisyona Sûrî pêk were, ew amadekariya kongreya Qahîreyê dikin ku dê di demeke pêş de li dar bikeve û dê piraniya hêzên opozisyona Sûrî beşdar bibin.

Back to top button