Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) hişyarî da ku vîrûsa corona dibe ku ti carî tune nebe û weke nexweşiyekê bimîne.
WHO peyameke metirsîdar der barê vîrûsa coronayê de weşand û got:
“Vîrûseke me ya nû heye, ku yekemcar xwe berdaye nava civakê û zehmet e ku mirov bibêje kengî em ê jê xelas bibin.”
Ev vîrûs dibe ku li nava civakê bimîne û ti carî tune nebe.”
Li gorî lêkolînên di kovara PNAS’ê hatin weşandin de, dema mirov daxivin jî vîrûsa corona dikare belav bibe.