KOALÎSYONA NAVDEWLETÎ: ME NUQTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ AVA KIRIN, HELWESTA ME DIYAR E

Koalîsyona navdewletî ya bi serkêşiya Emerîkayê têkildarî gefxwarinên dewleta Tirk ên li dijî bakur û rojhilatê Sûrî daxuyanî da.

Koalîsyonê diyar kir ku ew hevkariya xwe bi Hêzên Sûriya Demokratîk li rojhilatê Firatê dewam dikin.

Daxuniya Koalîsyonê wiha ye:

“Misyona koslîsyonê ya li rojhilatê Firatê weke xwe dimîne.

Operasyonên me yên normal berdewam in, têde avakirina nuqteyên çavdêriyê jî.

Em ê heta misogerkirina têkbirina DAIŞ’ê li gel hevkarên xwe bin.”

Koalîsyonê diyar kir ku helwesta Emerîkayê nehatiye guhertin û armanca van propagandayan, derxistina tevliheviyê ye.

Leave a Reply

Back to top button