Çete li navçe Şiyê malên 3 sivîlên temenmezin desteser kirin

Dagirkeriya dewleta tirk ji bo guhertina demografiya Efrînê her tiştî dike. Çeteyan li navçeya Şiyê ya Efîrnê malê sê kesên temenmezin desteser kirin û li gundê Sînka yê navçeya Şera jî malbateke Efrînî revandin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo herêm ji şêniyên resen vala bikin, binpêkirinên dermirovî li dijî sivîlên Efrînê pêk tînin.

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê ragihand ku çete malên şêniyên bi navên Fayze Bekir Coco (70), Ebdilqadêr Xoce (65) û Fayze Mehmûd Betal(45) yên ji gundê Çeqelê Jor yê navçeya Şiyê desteser kir û ew ji malên wan derxistin.

Li navenda navçeya Şiyê jî çeteyan mala jina temen mezin a bi navê Zelûx Betal Elo ya (70) desteser kir û ji mal derxist.

Rêxistinê ragihandibû ku çete ji bo bicihkirina malbatên xwe gefa derxistinê li 200 malbatên navçeya Şiyê ya Efrînê xwariye.

Çete li gundê Sînko yê navçeya Şera malbatek revand

Her weha li gundê Sînka yê navçeya Şera, çete beriya bi demekê şêniyê bi navê Mislim Sefer Hembaşo(24) û hevjîna wî Xaliye Çawîş her weha kûrê wan Elî revandin.

Rêxistina Mafê mirovan a Efrînê da zanîn ku piştî mehek ji revandinê, Xaliye û kûrê wê hatin derdan.

Lê heya niha çaranûsa Misilm ne diyar e.

Çete bi ser gundê Dêr Belût a navçeya Cindirêsê girt û 6 sivîl revandin

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan jî ragihand ku çeteyên dagirkeriya Tirk bi ser gundê Dêr Belûtê yê navçeya Cindirêsê girt.

Çavdêriyê da zanîn ku bi sedemên ne diyar, çeteyan 6 sivîl jî revandin.

Back to top button