Zînî Wertê..Ji bo derbaskirina nakokiyan banga diyalogê hat kirin

Aloziya li Zînî Wertê dewam dike..Meclisa Kantona Hesekê bang li hemû hêzên kurdistanî kir ku ji bo derbaskirina nakokiyên girêdayî Zînî Wertê dest bi diyalogan bikin.

Her wiha derfet nedin parçebûna Kurdan ku dikeve xizmeta berjewendiyên hêzên dijberî gelê Kurd. Li aliyekî din jî ciwanên navçeya Çemçemalê ya Silêmaniya başûrê Kurdistanê jî ragihandin ku ew ê jî tevlî meşa 16’ê Gulanê ya li Zînî Wertê bibin.

Li herêma Zînî Wertê ya Başûrê Kurdistanê ji ber bicihkirina hêzên PDK’ê li herêmê rewş aloz bû.

Aloziya ku ji meha Nîsanê ve despê kirî hîna li herêmê dewame.

Gelê Kurd dibêje bicihkirina hêzan di vê pêvajoya hesas de xetereyeke mezin li ser doza kurdî û yekitiyê çêdike.

Têkildarî bûyerên herêmê diqewimin Meclisa Kantona Hesekê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan nûnerên saziyên civaka sivîl hat xwendin.

Meclisê destnîşan kir ku bi hebûna PDK’ê li herêma Zînî Wertê tevlihevî derket û dibe ku şer û nakokî di navbera hêzên Kurdistanî de çêbibe.

Meclisa Kantona Hesekê bal kişand ser girîngiya lihevkirinê û bang li hêzên kurdistanî kir ku dest bi diyalogan bikin.

”Em ê tevli meşa 16’ê gulanê bibin”

Li aliyekî din jî ji bo bidawîkirina aloziya li Zînî Wertê wê 16’ê Gulanê li herêmê meşek berbi Zînî Wertê ve were lidarxistin.

Ev meş bi pêşengiya Însiyatîfa Ciwanên Bakurê Kurdistanê pêk tê.

Ciwanên navçeya Çemçemalê ya Silêmaniya başûrê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê tevlî meşa 16’ê Gulanê bibin.

Back to top button