Ahmet Turk: Ruhê şoreşgerî dikare gelek tiştan biguherîne

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, geşedanên dawî yên siyasî nirxandin û helwesta hêza muxalif rexnekir. Turk, anî ziman ku hêza muxalif li pey rojevên sûnî ye û wiha got:

Ruhekî şoreşgerî û xebatek bi rêxistinî dikare gelek tiştan biguherîne. Divê gelê Kurd li dora rêgezan li hev kom bibe.

Siyasetmedarê Kurd û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin , li ser geşedanên siyasî yên dawî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.

Ahmet Turk anî ziman ku îqtîdar xetimiye û ji ber vê yekê her rojê tiştekî cuda dixe rojeva gel û rojevê diguherîne.

Îro mijara darbeyê tîne rojevê.

Bi vê yekê rastiya qeyrana aborî û vîrûsê diveşêre.

Dibe ku geşedanên nû pêş bikevin û hilbijartin têkeve rojeva Tirkiyeyê.

Ji ber vê yekê em li dijî darbeyan Komara Tirkiyeyê ya Demokratik parast û siyaset pêş xist.

Ew lihevkombûna li dora nirxên demokratîk esas digirin.

Turk, bal kişand ser yekîtiya gelê Kurd û wiha berdewam kir:

Divê gelê Kurd li dora rêgezên hevpar bibin yek.

Em çûn Başûr.

Em bi partiyên siyasî re axivîn.

Jibo kongre û konferans pêk bê em ketin nava hewldanan.

Mesut Barzanî anî ziman ku dê destûr nedin birakujiyê.

Me jî ev yek anî ziman.

Brêz Ocalan di vê mijarê de diyar dike ku bi rêyên rêxistinbûna demokratik, aştî û diyalogan pirsgirêk çareser dibin.

Ahmet Turk: Êrîşên li dijî goristanan ne mirovî ye

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk êrîşên li dijî gor û goristanan jî rexne kir û wiha got:

Ev êrîş ne mirovî ne.

Ne di hiqûqê de, ne di baweriyê de û ne jî di mirovahiyê de cihê vê yekê tune ye.

Êrîş li dijî tunekirina tevahiya nirxên Kurdan tê kirin.

Back to top button