Tirkiye hewil dide ku petrola Lîbyayê vekole

Dewleta Tirk ku xaka Lîbyayê êdî weke xaka xwe dibîne hewil dide li beravên Lîbyayê pertrolê vekole.

Li gorî dezgehên ragihandê yên Tirk, şirketa petrolê a Tirkî “TPAO” daxwazek pêşkêşî hikûmeta Wîfaqê ya Lîbî kiriye ku destûrê bidiyê ji bo di rojhilatê Deryaya Spî de vekolandinê bike.

Duşema çûyî jî wezîrên karên derve yên Misir, Îmarat, Yewnanistan, Qibirs û Fransayê bi daxuyaniyek hevpar tevgera derqanûnî ya Tirkiyê li Deryaya Spî de şermezar kiribûn.

Herpêcn dewlet destnîşan kiribûn ku tevgera Tirkiyê di Deryaya Spî de aramî û aştiya herêmê bi giştî dixe metirsiyê.

Hatibû gotin jî ku tifaqa ewlehî û leşkerî ya navbera Tirkiyê û hikûmeta Wfaqê ya Lîbî hatî imzekirin, qanûna navdewletî û qedexeya şandina çekan binpê dike.

Di mijdara 2019’an de, Tirkiye û hikûmeta Wîfaqê ji bo avakirina herêmeke aborî ji beravên Tirkî ber bi Deryaya Spî heya beravên Lîbî, tifaqek imzekiribûn.

Back to top button