HELWESTA NETEWÎ: KURDISTAN BI TEMAMÎ DI NAVA HALEKÎ MAN Û NEMANÊ DE YE

Di danezana kombûna helwesta neteweyî de işaret bi cidiyeta gefên Tirkiyê yê li dijî Rojava hate kirin û hate diyarkirin ku metirsî li ser tevahiya Kurdistanê ye.

Her wiha hate gotin,

“Li dijî êrîşan, divê li her derê, gelê me li ser piyan be. Roj roja xîretê ye.”

Li ser banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) nûnerên piraniya partî û rêxistinên Kurdistanî û gelek kesên navdar ên Kurdistanê, têkildarî biryara Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ya derbarê 3 têkoşên Kurdistanê, roja 15’ê Kanûnê li Brukselê li hev civiyan.

Encamnameya kombûnê bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re hate eşkerekirin.

Di encamnameyê de hate ragihandin ku biryar hatiye dayin bi navê kombûnê nameyeke vekirî ji rêveberiya Emerîkayê re bê şandin.

Û ev biryara Emerîkayê qet nayê qebûlkirin û hate şermezarkirin.

Di encamnameyê de işaret bi gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên ji bo êrîşa li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê hate kirin û wiha hate gotin,

Bi dagirkeriyeke berfireh a rojavayê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve, wê başûrê Kurdistanê jî, bê dorpêç kirin ku gav bi gav bê fetisandin.

Ev tê wê manayê ku hemû Kurdistan di nav halekî man û nemanê de ye.”

HELWESTA NETEWÎ: TEDBÎRAN BIGRIN Û PIŞTEVANIYA ROJAVA BIKIN

Li gorî encamnameyê, beşdarên civînê vê rewşa nû girîng dibînin û bang li gelê Kurdistanê û hemû hêzên Kurdistanî dikin ku rûdana nû tenê wekî gefekî nebînin, cidî bigirin û tedbîrên parastinê werbigirin û piştevaniya xelkê rojavayê Kurdistanê bikin.

HELWESTA NETEWÎ: ROJ ROJA XÎRETÊ YE

Di encanmameyê de hate gotin,

“Li dijî gef û êrîşan, divê li her derê, gelê me li ser piyan be.

Roj roja xîretê ye.

Xelkê Kurdistanê, rêveber û hemû dînamîkên welêt divê li her derê lê ne, li welat û derveyî welat vê pirsê di serê her karî de bigirin û seferber bin ku rê li ber vê dagirkeriya dewleta Tirk bê girtin.”

LI DIJÎ BIRYARA DYA Û ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK
HELWESTA NETEWÎ: PIŞTGIRÎ JI GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ YÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ RE HATE DAYIN

Di dawiya encamnameyê de beşdarên civînê piştgirî bi çalakî û grevên birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocalan re rawestiyan.

Leave a Reply

Back to top button