Li Iraqê 111 kesên din bi Coronayê ketin

Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 111 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 62 kes jî baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.

Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li Iraqê 111 kesên bi Coronayê ketine hatine tomarkirin.

Wezaretê anî ziman ku 62 kesên din jî baş bûne.

Di dawiyê hat destnîşankirin ku li Iraqê heta niha 3 hezar û 143 kes bi Coronayê ketine, ji wan zêdeyî 2 hezar kesî baş bûne û 115 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button