Zimanê Kurdî ji kovara hawarê gihaşt zarokên Rojava

15’ê Gulanê.. ji bo Kurdên zimanhez, rojek ne ji rêzê ye. Weke îro, beriya 88, Celadet Bedirxan û hevalên xwe, tîpên Latînî xistin xizmeta gelê Kurd û yekem car di kovara Hawarê de, hatin bikaranîn. Di hejmara yekem de, Bedirxan ji Kurdan re dibêje: “Kurdino, ziman heyîne, ger hûn fêrî zimanê xwe nebin, nebêjin em Kurd in”. Ji bo ev ked her tim were pîrozkirin, KNK di 2006’an de, ev roj weke roja Cejna Zimanê Kurdî pejirand. 

Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwenasîn e.

Xwenasîn ji me re rêya felat û xweşiyê vedike.

Her kesê ku xwe nas dike; dikare xwe bide naskirin.

Hawara me berî her tiştî, heyîna zimanê me wê bide naskirin.

Ji ber ku ziman şertê bingehîn ê hebûna gel û netewan e.

Mîr Celadet Bedirxan, beriya 88 salan bi van gotinan, hejmara yekem a Kovara Hawarê, xemiland.

Bedirxan û hevalên xwe ji bo zimanê Kurdî biparêzin, 15’ê Gulana 1932’an, abeceya Latînî xistin xizmeta gelê Kurd.

Yekem car, bi vê abeceyê, zimanê Kurdî bi reng û dengê xwe yê navder, cihekî xwe di dîroka nivîskî ya cîhanî de girt.

Ev gava girîng, di pêşveçûn û standarkirina zimanê Kurdî de, roleke diyarker lîst.

Êdî her ku çû, di nav Kurdan de nivîsandina bi tîpên Latînî, li gorî pîvanên cîhanî, xwepêşxistin û perisandina ziman, zêde bû.

Ev pêşketin bi saya yekemîn kovara Kurdî, Kovara Hawarê pêk hat.

Hejmara yekem, 15’ê Gulana 1932’an derket û heta 15’ê Tebaxa 1943’an dewam kir û di hejmara xwe ya 57an de rawestiya.

Kovar, mehê 2 caran, ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve, li Şamê dihat çapkirin û bi qaçaxî derdiket Bakurê Kurdistanê jî.

Ji bo bîranîna kovara Hawarê, Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK jî, sala 2006’an, ev roj weke roja Cejna Zimanê Kurdî pejirand.

Ji wê rojê û şûn de, gelê Kurd 15’ê Gulanê weke cejna zimanê Kurdî pîroz dikin.

Qîrîna Hawarê ranewestiya, belê îroroj dengvedana wê li Rojavayê Kurdistanê tê bihîstin..

Bi van tîpên Latînî û bi vê keda pîroz a Bedirxan û hevalên wî, ev zimanê zêrîn ku ji encamên zayîna Şoreşa Rojava bû, li dibistan, peymangeh, akademî û zanîngehan tê xwendin û fêrkirin.

Back to top button