Çeteyan, mala sivîlekî veguherandiye cihê fihûşê

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navenda bajêr, êrîşî mala Kurdekî kir û veguherandin cihê fihûşê. 

Malpera Afrin Post, ragihand ku çeteyên Sultan Murad, mala Osman Mihemed li navenda bajarê Efrînê desteser kirin û kirin cihê fihûşê.

Malperê da zanîn ku şêxê mizgefta heman taxê jî, ji ber bertek nîşan daye û gotiye:

Guneh e hûn di meha Remezanê de, van kirinan dikin, bi giranî rastî êşkenceyê hatiye.

Kargeheke firotina zeyta zeytûnan a diziyê, hat vekirin

Jixwe, ji bilî vê, dizî û talanî jî weke stratejiyeke sereke ya çeteyên Tirkiyê ye.

Heman malperê diyar kir ku çeteyên ‘Feyleq El-Rehmen’ kargeheke firotina zeyta zeytûnên Efrînê vekirine ku tê de zeyta ji xwediyên wan dizîne, difroşin.

Çeteyan navê wê kargehê jî kirine Zeyta ‘Xûta’ û her 16 KG bi 12 hezar L.S difroşin.

Back to top button