
Cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze herêmên ku dagir kirine weke Efrînê li wan bike. Çiyakurd Amerîka û Rûsya berpirsên dagirkirina Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî pênase kirin û banga destpêkirina lêpirsîneke navneteweyî kir.
Cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Bedran ÇiyaKurd diyar kir ku êrîşên Tirkiye plankirî ne, ew naxwaze Kurdek li herêmê bimîne.
ÇiyaKurd destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze Serê Kanî û Girê Spî weke Efrînê, veguherîne navenda rêxstinkirina çeteyan.. ku çeteyan ji cîhanê kom dike û wan li wir perwerde dike.
ÇiyaKurd dibêje:
“Dewleta Tirk dixwaze wir bike weke Efxanistanê. Komên ku li wir perwerde dike, dibe rojhilatê Firatê, Lîbya, Yemen û Ewropayê.
Niha jî van çeteyan, weke gef li dijî hemû welatan dide bikaranîn, bi şantajê dixwaze bandorê li wan bike û berjewendiyên xwe bi cih bîne.”
Bedran Çiyakurd: Ji ber dagirkirinê, divê lêpirsîneke navneteweyî dest pê bike
Bedran Çiyakurd Rûsya û Amerîka ji êrîşên dewleta Tirk û dagirkerina wê ji herêmê berpirs dît û banga destpêkirina lêpirsîneke navneteweyî kir.
Li ser rageşiya di navbera Amerîka û Rûsyayê de ku carinan li qadên Rêveberiya Xweser têne pêşberî hev jî wiha got:
“Rûsya dixwaze bi gelên herêmê re, li dijî Amerîkayê raya giştî ava bike. Ev siyaset ji hêla Rûsya, Îran û Şamê ve tê birêvebirin.
Li dijî hebûna Amerîka û Koalîsyonê ya li herêmê, dixwaze li nav civakê reformekê bike û bi zexta civak,î Amerîka ji herêmê derxîne.”
ÇiyaKurd li ser helwesta Rêveberiya Xweser jî anî ziman ku ji bo wan ewlehî û aramiya herêmê girîng e û ji gelê herêm û partiyên siyasî xwest ku bila kesek xwe nexe nav dubendiya van herdu hêzan.
Cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser careke din ji bo çareseriya aloziya Sûrî teqez kir ku rêya tekane, diyalogên Sûrî-Sûrî ne.