
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku li Efrîn, Ezaz û Şêrewayê 4 çete û 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin. :
HRE, der barê çalakiyên xwe yên dawî de, daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî dan:
13’ê Gulanê, li Efrînê hêzên Rizgariyê li dijî çeteyên dagirker çalakiyeke sabotajê pêk anî, 2 çete birîndar bûn 3 erebe jî hatin teqandin.
Li herêma Ezazê jî, hêzan li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê, 2 çalakî kirin, di encamê de, 4 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
14’ê Gulanê jî, li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa hêzên rizgariyê li dijî artêşa dagirker çalakiyek pêk anî.
Li vir jî, 2 leşker hatin kuştin, 3 leşker birîndar bûn û maşîneyeke wan hat teqandin.
Bi giştî di van çalakiyan de, 4 çete û 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, 5 çete û 3 leşker jî birîndar bûn.”