LI KOLNÊ JI BO TECRÎDÊ PANÊLEK HAT LIDARXISTIN

Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalan gelê azadîxweze her di nava çalakiyan de ye.

Li bajarê Kolnê panelek bi navê “Jiyanek di oxira azadiyê de û berxwedana Îmraliyê” hate lidarxistin.

Di panelê de tecrîdkirina Ocalan û greva birçîbûnê ya Leyla Guven hat nirxandin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan her kes li ser piyan e.

Li bajarê Kolnê yê Almaniya panêlek bi navê “Jiyanek di oxira azadiyê de û berxwedana Îmraliyê” hate lidarxistin.

Rojeva sereke ya panêlê tecrîdkirina Ocalan û greva birçîbûnê ya Leyla Guven bû.

Di destpêka panelê de sînevîzyonek ji 10 deqeyan li ser jiyana Ocalan hate nîşandan.

TSENOLÎ: DIVÊ DESTHILATDAR DENGÊ GELÊN AŞTÎXWAZ BIBIHÎZE

Piştre Berdevkê Meclîsa Neteweyî ya Efrîka Başûr Le shesa Tsenolî axivî û got:

Di têkoşîna xwe de em dibêjin Amonka ya ku Tê wateya ‘hemû hêza me ji bo gel e’.

Ji bo piştgiriyê bidin we û daxwaza serbestiya Ocalan bikin, em îro li vir in.”

Tsenolî li ser greva birçîbûnê yên ku tê lidarxistin diyar kir ku greva birçîbûnê rêbazeke ji bo bêdengiya cîhanê bê kişandin divê desthiladar dengê gel bibîhîsê.

Tsenolî bêdengiya civaka navneteweyî ya der barê tecrîdkirina Ocalan jî bi bîr xist û wiha domand:

Di qada navnetewî de hîn jî behsa têkoşîna ji bo azadiya Ocalan nayê kirin.

ÊŞKENCEYA LI ÎMRALIYÊ
GUNEY: ŞER Û TECRÎDA OCALAN BI HEV GIRÊDAYÎ YE

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê û parêzera Rêberê Ocalan Ebrû Gunay jî diyar kir ku Îmralî 20 sal in di rojeva parêzeran de ye û wiha anî ziman:

Şerê heyî û tecrîd bi hev ve girêdayên.

Çiqas şer giran bibe ewqas tecrîd jî giran dibe.

OCALAN: SAZIYÊN KU DIBÊJIN TECRÎD NÎNE BILA ÎSTÎFA BIKIN

Parlamentera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan jî balkişand li ser erkê saziyên ku banga parastina mafê mirovan dikin kir û got:

Yên ku dibêjin tecrîd nîne bila ji erkê xwe îstîfa bikin.

6 milyon mirovî gotin, ‘Serok Apo îradeya me ye’.

Gelo kî dikare vê îradeyê ji holê rake?

Leave a Reply

Back to top button