”Dewleta Tirk siyasetmedar terkî mirinê kirine”

Endama Rêveberiya Meclisa Jin ya PYD’ê Sara Xelîl di derbarê siyasetmedarên ku di zindanên Tirkiyeyê de dîl hatine girtin dibêje: “Vîrûsa Koronayê di zindanên Tirkiyeyê de belav bûye, dewleta tirk siyasetmedarên kurd terkî mirinê kirine, ku rewş wiha dewam bike dê komkûjiyên komî çêbibin.”

Bi belavbûyîna Vîrûsa Koronayê re li seranserî cîhanê, gelek tedbîr di warê xweparastinê de hatin girtin.

Li gelek welatan ji bo girtiyên di zindanan de biryarên efûyê derketin.

Lê dewleta tirk kesên bê sûd yên qatîl û tecawizkar azad berdan û bi sedan siyasetmedar û rojnemevanên kurd tevî xeteriya li ser jiyana wan hîna girtîne.

Di vê çarçoveyê de Endama Rêveberiya Jin ya PYD Sara Xelîl nerînên xwe anîn ziman.

Sara diyar kir ku bi sedan siyasetmedar û rojnemevanên kurd di zindanên dewleta tirk de girtîne û got:

Cîhan di nava xeteriya Vîrûsa Koronayê de ye, lê dewleta Tirk siyasetmedarên Kurd di zindanê de terkî mirinê kirine.

Rewşa li zindanên Tirkiyeyê asta polîtîkayên dijminatî, nijadperestî û qirkirina li hember Gelê Kurd diyar dike.

Em weke Gelê Kurd bi salane li dijî van kiryar û gefên dewleta tirk bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo li ber xwe didin.

Sara Xelîl dawiyê anî ziman ku rewşa zindanan wiha bidome wê komkujiyên komî çêbibin û dibêje:

Divê bi rengekî lez girtî werin berdan, em bang li tevahî sazî û rêxstinan dikin ku mafên girtiyên di zindanên dewleta tirk bidin wan.

Êdî vîrûs di zindanên Tirkiyeyê de gihîştiye asteke bilind, loma divê helwesteke cidî were nîşandan.

Back to top button