Li dijî darbeya Qeyûman li dehan bajarên Tirkiye daxuyanî hatin dayîn

Yek ji rêbazên herî zêde ji aliyê faşîzma AKP’ê ve tê bikaranîn xesbkirina vîna gelê kurde.

Belê piştî xespkirina 5 şaredariyên din yên HDP’ê bertek zêde bûn.

Ji parlementer û siyasetmedaran peyamên şermezarkirina darbeya li dijî vîna gel hatin.

Her wiha li dehan bajarên tirkiye daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayîn û banga şermezarkirina tayînkirina qeyûman hate kirin.

Li dijî xespkirina şaredariyên HDP’ê ji aliyê hikumeta faşîst ya AKP’ê ve bertek zêde dibin.

Ji parlementerên HDP û partiyên tirkiyê bertek hatin.

Rêxistinên HDP’ê yên bajaran bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan.

Daxuyanî li Stenbol, Enqere, Izmîr, Edene, Mersîn, Hatay, Antalya, Manîsa Mugla, Aydin û Denizliyê hatin dayîn.

Di daxuyaniyan de hate gotin;

“Qeyûm darbeya li dijî vîna hilbijêran e. AKP darbeya rasteqîn e.

Roj ne roja bêdengiyê ye.”

HDP’iyan bang li demokratan kirin ku li dijî qeyûman derkevin.

Sakik: Tifaqa qeyûm dewam dike

Siyasetmedarê Kurd Sirri Sakik, bi vê parvekirinê berteka xwe nîşan da:

Qeyûm tayînê şaredariyên HDP’ê yên din jî kirin!

Tifaqa qeyûm a sala 2019’an de, îro li ser HDP’ê dewam dike.

Atay: Darbeya siyasî ye

Navenda Giştî ya Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) jî, di daxuyaniya da de wiha got:

“Desthilatdariyê îro qeyûm tayînê 4 şaredariyên HDP’ê kirin.

Asayîbûna Qesrê ev e.

Bi vê dixwaze zextan bike, vîna gel xesp bike û mirovan binçav bike.

Em hemû kiryarên li dijî demokrasi û wekheviyê red dikin.

Em li gel hevşaredar û vîna welatiyên xwe ne.”

Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Bariş Atay jî, ev peyam parve kir:

2 tiştên girîng ên AKP’ê di rojên koronayê de dest ji bernedane hene.

Yek jê karkeran weke kole dibe û keda wan dixwe, ya duyan jî vîna gel tune dihesibîne û li dijî şaredariyên HDP’ê darbeyên siyasî pêk tîne.

Unsal:Rrejîma ku rêzê nade vîna netewî

Ji damezrînerên Partiya DEVa Ahmet Farûk Unsal jî, bertek nîşanî qeyûman da û wiha got:

Qeyûm tayînî şaredariyên Îdir, Sêrt, Misirc, Hawêlê û Altinovayê kirin.

Ev rejim rêzê nade vîna gel. Ev rejîmek keyfî û ne diyare.

Kaftancioglu: Hişmendiya darbekare

Seroka CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglû jî bi van gotinan bertek da nîşandan:

Hişmendiya derbekar a ku vîna gel ipotek dike, di nivî şevê de jî operasyonên xwe dewam dike.

Bi leşkerên tayînkirî re, mafê gel û hilbijêran xesp dike.

Back to top button