Çete li navçeya Cindirêsê du sivîlên temen mezin êşkence kirin

Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê çete du sivîlên temen mezin êşkence kirin û pereyên wan jêstandin. Li heman navçeyê çeteyekî bi armanca zewaca bi darê zorê keça 17 salî revand.  

Li navnda navçeya Cindirêsê jî ya Efrînê, çete bi ser malên şêniyên bi navê Mihemed Kekec(60) û Hemîd Şêxo(55) girtin.

Rêxistinê diyar kir ku çeteyan herdu kal bi giranî êşkence kirin û pereyên wan jî dizîn.

Li gundê Celemê çeteyekî ji bo zewaca bi darê zorê keça 17 salî revand

Rojane şêniyên Efrînê rastî kirarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên dermirovî tên.

Dewleta Tirk hewl dide bi van kiryaran dagirkeriya xwe li herêmê mayende bike.

Rêxistina mafê mirovan a Efrînê ragihand ku li gundê Celmê yê navçeya Cindirêsê çete keça bi navê Hêvîn Morî ya (17) revand.

Rêxistinê da zanîn ku çeteyekî bi armanca zewaca bi darê zorê, keça temen biçûk revandin.

Back to top button