Faşîzma AKP’ê li dijî 5 şaredariyan qeyûm bicih kirin

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, şaredariyên HDP’î yên Îdir, Sêrt di nav de, bi giştî 5 şaredariyên desteser kir û qeyûm li wan bi cih kir. Hevşaredar jî hatin binçavkirin. Heta niha 45 şaredariyên HDP’î hatine desteserkirin.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, şaredariyên HDP’î yên Îdir, Sêrt, naveyên Misric, Baykan û Altinovayê desteser kir.

Wezareta Hundir a Tirk, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik,

Havşedarê Hawêlê Ramazan Sarsilmaz,

Hevşaredarê Misricê Baran Akgul,

Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş

û Hevşaredarê bajarokê Altinova yê navçeya Têlî ya Mûşê Casim Bûdak ji wezîfeyê dûr xist û qeyûm li şûna wan bi cih kir.

Piştî tayînkirina qeyûman polîsan dor li avahiyên şaredariyan girtin.

Li Îdirê polîsan bi gaza îsotê êrîşî gel kir

Polîsên ku avahiya Şaredariya Îdirê dorpêç kirin, êrîşî şêniyên xwestin tayînkirina qeyûm a şaredariyê û binçavkirina hevşaredaran xwe şermezan bikin, kirin.

Polîsan bi gaza îsotê êrîşî gel kirin.

Polîsan tevî vê yekê jî Alîkarê Serokê Şaredariyê Halîs Guneya derp kirin.

Hevşaredar hatin destgîrkirin

Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, Hevşaredarên Îdirê Yaşar Akkûş û Eylem Çelîk, Hevşaredarê Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û Hevşaredarê Misricê Baran Akgul hatin binçavkirin.

Qeyûmê tayînî Şaredariya Sêrtê hat kirin, ewil wêneyê Wezîr Suleyman Soylu û Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyip Erdogan bi dîwarê odeyê da kir.

Parlementerên HDP’ê jî betek nîşanî van kiryarên faşîztane yên AKP’ê dan û gotin,

Îro ne roja bêdengbûnê ye.

Back to top button