DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ CIVÎNEK BI SERÇETYAN RE LI DAR XIST

Piştî gefxwarinên serokkomarê tirkiyê Erdogan yên li ser bakur û rojhilatê Sûrî, Îstixbarata dewleta Tirk civînek bi sereçteyên komên xwe yên çete re li Efrînê li dar xist.

Di encama civînê de şer di navbera her du aliyan de rû da.

Malpera Çalakvanên Efrînê ragihand ku Îstxibaratê Tirkiyê bi serçeteyên xwe li hola Jînê ya li bajarê Efrînê re civiya.

Li gorî agahiyan rêveberên MÎT’ê ji komên çete xwest ku beşdarî şerê li ser rojhilatê Feratê bibin, lê çeteyan ev yek red kir.

Li ser vê jî Rêveberên MÎT’ê ji çeteyên xwe re got;

Eger hûn li rojhilatê Feratê şer nekin çekên xwe deyinin.

Di encama vê ne-lihevkirinê de şer di navbera rêveberên MÎT’ê û Çeteyan de rû da.

Leave a Reply

Back to top button