Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-Ewropayê li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê ji aliyê dewleta Tirk ve banga çalakiyên xwedîderketinê, li gel kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wiha got:
Rejîma qesrê ya faşîst nîşan da ku ew dijminê îradeya gelê Kurd e, dijminê her tiştên bi navê Kurd û Kurdistanê ye.
Gelê me jî, wê ti carî li pêşberî darbeya faşîst paşve gavê neavêje û têk neçe.
KCDK-Ewropayê bang li gel kir ku li her devera lê dakevin qadan, vê yekê teşhîr bike û raya gişî agahdar bike.