
Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 50 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 61 kes jî baş bûne û 2 kes jî mirine.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.
Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li Iraqê 2 hezar û 921 test hatine kirin û 50 kesên bi Coronayê ketine hatine tomarkirin.
Wezaretê anî ziman ku 2 kesan ji ber vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest da, 61 kes jî baş bûne.
Di dawiyê hat destnîşankirin ku li Iraqê heta niha 3 hezar û 193 kes bi Coronayê ketine, ji wan zêdeyî 2 hezar kesî baş bûne û 117 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.