Di operasyoneke Koalisyona navdewletî de li Iraqê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Şaneya Ragihandinê ya Leşkerî ya Iraqê ragihand ku bi fermana Fermandariya Operasyonên Hevbeş, hêzên koalisyona navdewletî li parêzgeha Nînewayê êrîşê deverên DAIŞ’ê kirin.
Di encamê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.
Li gorî Şaneya Ragihandinê ya Leşkerî ya Iraqê hêzên koalisyona navdewletî li rojavayê Hezer ê parêzgeha Nînewayê êrîşê deverên DAIŞ’ê kirin.