Artêşa Niştimanî baregeha balafirên Tirkiyê li Terablusê topbaran kir

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku hêzên wan baregeha balafirên bê mirov a dewleta Tirk li Terablusê topbaran kir.

Navenda Ragihandinê ya girêdayî Artêşa Niştimanî ragihand ku baregehên çekdarên hikûmeta Wîfaqê li Terablusê hatin topbarankirin.

Hat teqezkirin ku ji deverên hatine topbaran kirin, êrîşên bêserûber li dijî sivîlan pêk dihatin.

Her wiha Artêşa Niştimanî ragihand ku baregeha Miêtîqa jî ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin hat topbarankirin.

Tê zanîn ku dewleta Tirk baregeha Miêtîqayê weke baregehekê ji bo tevgera balafirên xwe yên bê mirov bi kar tîne.

Back to top button