Xebata Tifaqê ya Kurdistanê: Divê gelê me xwedî li vîna xwe derkeve

Xebata Tifaqê ya Kurdistanê jî li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê nerazîbûna xwe nîşan da û bang li gel kir ku xwedî li îradeya xwe derkeve.

Xebata Tifaqê ya Kurdistanê bi riya daxuyaniyekê desteserkirina 5 şaredariyên HDP’ê ji aliyê dewletê ve şermezar kir.

Xebata Tifaqê ya Kurdistanê anî ziman ku divê hevşaredar di demeke zû de bên berdan û astengiyên li ber peywira wan ji holê bên rakirin.

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî ya Tirkiyê hat kirin ku li dijî van kirinên derqanûnî helwesta xwe nîşan bide.

Her wiha, Xebata Tifaqê ya Kurdistanê di dawiya daxuyaniyê de ev bangê li gel kir:

“Divê gelê me bi biryar be û li qadên rewa xwedî li vîna xwe derkeve.

Ji bîr nekin, dibe ku vîna we ya azad nas nekin lê vîn ya we ye û ti kes nikare wê ji destê we bistîne.”

Back to top button