Li Efrînê 2 çeteyan êrîşî mala jinan kir, hewl dan tecewuz bikin

Li Efrînê, vê carê çeteyên Tirkiyê êrîşî maleke ku tenê jin lê ne, kirin û hewl dan jinan tecewuz bikin. Her wiha Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî eşkere kir ku ji destpêka Gulanê ve 15 kes hatine revandin. Çete ji xwediyên dikanên li sûka gerîlî ku ji ber teqînê hatibû wêrankirin jî 100 dolarî dixwazin

Li navena bajarê Efrîn ê dagirkirî, 2 çeteyên serxweş êrîşî malekê ku tenê jin û zarokek lê hebûn kir û hewl da destdirêjiyê li wan bikin..

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirovan ev bûyera ku du êvarî çêbûye eşkere û belge kir..

Çeteyan tenê ji destpêka vê mehê, 15 kes revandine

Li kêleka vê belgeyê, Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî revandina çeteyan ji 15 kesan re belge kir.

Li gorî navendê ji destpêka Meha Gulanê de,

3 kes j gundê Anqelê yê Şiyê.

3 kes ji gundê Şorbe yê Mabeta.

Reşîd MIslim Omer, Hesen Ehmed Bêrem û Îdrîs Sîdo Ce’îfer

8 Sivîl ji gundê Dêr Bekût ê Cindirêsê jî hatine revandin.

Her wiha çeteyan kesê bi navê Ebdo Mihemed Hemreş ji gundê Aşka Xerbî revand û 3 hezar fidiye xwestine..

Belgeyên li ser van kirinên komên çete jî zêde diibin ku Malpera Çalekvanên Efrînê jî da zanîn ku îstixbarata Tirkiyê bi hevkariya çeteyên ‘Elhemzet’ 6 kes ji gundê Me’îmila revandine û navên wan jî eşkere kirin.

Enwer Osman Hemkûlîno

Kîmao Enwer Kurdî

Ehmed Osman MIhemed

Ehmed WEhîd Mistefa

Hesen Cemîl Hesen

Û Dimxaş Osman Ebdo

Çete 100 dolarî ji xwediyên dikanên di sûka gerîlî de dixwazin

Di çarçoveyeke din de jî Malpera Çalakvanan eşkere kir ku, komên çete di bin navê jinûvesazkirina bazarê 100 dolaran xwediyên dikanan disepîne..

Ev senaryo rojane li Efrînê dubare dibe û şêniyên resen ên wê deverê, nizanin wê kengî werin revandin û bibin xwedî çarenûseke ne diyar..

Back to top button