DEMA BINÇAVKIRINÊ YA 35 HDP’YAN HAT DIRÊJKIRIN

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 35 HDP’iyên ji ber ketin greva birçîbûnê ku hatibûn binçavkirin, dema binçavkirina wan 4 rojan hat dirêjkirin.

35 HDP’iyên ji bo piştevaniya çalakiya greva birçîbûnê ya Guvenê di 12’ê Kanûnê de ji bo 3 rojan li avahiya HDP’a Amedê ketin greva birçîbûnê hatibûn binçavkirin.

Piştre jî emniyetê ji ber xwesteka polîsan gazî rêvebirê HDP’a Bajêr Razaman Kaval û Mûstafa اكنكين kiribû.

Kaval û Akengîn jî li emniyeta Amedê hatibûn binçavkirin.

Emniyetê ji bo 37 HDP’iyan 3 roj in li Midûriyeta Emniyeta Amedê tên girtin, bi hinceta “temamkirina delîlan” ji dadgehê xwest dema binçavkirinê 4 rojan bê dirêjkirin.

Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar jî daxwaza emniyetê qebûl kir û dema binçavkirinê 4 rojan hat dirêjkirin.

Leave a Reply

Back to top button