Aliyê siyasî, pêwîstiya yekîtiya netewî hemû aliyan di nav xwe de bigire, dibînin.
Yekîtiya netewî ya Kurdî bang û hêviya gelê Kurd e.
Gelê Kurd yekîtiyê wekî pêwîstiyekê ji bo parastina destkeftiyên xwe, dibînin.
Têkildarî girîngiya hevgirtina partiyên siyasî yên Kurd ên li herêmê hevdîtin navbera PYD û ENKS’ê pêk tên.
Li ser van hevdîtinan rexne hene, bi taybet ji aliyê rewşenbîrên Kurd ve, ji ber ku bêyî beşdarbûna saziyên civaka sivîl û pratiyên din hevdîtin çêdibin.
Rewşenbîrê Kurd dibêj in, Divê Yekîtiya Neteweyî hemû aliyan bihewîne û rewşnbîr rola xwe ya sereke tê de bilîz e.