Li Bakurê Diyalayê bi dehan Heşed El-Şebî hatin kuştin

Hêzên Heşed El-Şebî ragihand ku di êrişeke çeteyên DAIŞ’ê li bakurê Diyalayê de, 10 leşkerên wan hatine kuştin.

Hêzên Heşed El-Şebî bi daxuyaniyekê diyar kir ku 4 leşkerên wan, di bersivdayîna êrîşa DAIŞ’ê li bakurê Diyala hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Heşed El-Şebî, leşkerên wan li gundê El-Mîta ya navçeya El-Ezîm, hatin kuştin, di heman demê de 6 leşkerên lîwa 23 jî birîndar bûn e.

6’ê Gulanê, Fermandariya Operasyonên Nînewa ya Heşed El-Şebî ya Iraqê, operasyoneke ewlehî ji bo girtina çeteyên DAIŞ’ê ên li nêzî sînora Sûriye destpê kir.

Back to top button