Fûad Hisên ji bo Wezîrê Karên Derve yê Iraqê hate destnîşankirin

Serokwezîrê Iraqê yê nû Mistefa Kazimî 7’ê Gulanê bi erêkirina parlamentoyê dest bi kar kir.

Li Parlamentoya Iraqê ji kabîneya ji 22 kesan pêk tê, 15 wezîr hatibûn erêkirin.

Ji 7 wezîrên ku nehatine diyarkirin ji wan 4 wezîr ji bo Kurdan hate diyarkirin.

Parlamentera Iraqê ya PDK’ê Dr. Meyade Mihemed diyarkir ku para Kurdan 4 wezaret e, lê heta niha tenê 3 wezaret hatine diyarkirin.

Meyade Mihemed destnîşan kir ku li gor wê Wezareta Dadê ji bo YNK’ê, Wezareta Karên Derve û Wezareta Avadaniyê ji bo PDK’ê ne.

Parlamentera PDK’ê, Dr. Meyade Mihemed diyar kir ku ji bo Wezareta Karên Derve ya Iraqê namzetê wan Fûad Hisên e.

Ev yek ji aliyê rayedarên Iraqê ve erênî hatiye pêşwazî kirin.

Kazimî berî niha diyar kiribû ku wê heta beriya cejnê wezaretên mane ji bo erêkirinê pêşkeşî parlamentoyê bike.

Back to top button