Artêşa Tirk, careke din agir bi zeviyên Til Temirê û Eyn Îsayê xist

Dewleta Tirk a dagirker, duh zeviyên gundên Til Temir û Eyn Îsayê şewitandin, vê sibehê careke din agir berda zeviyê rojhilatê Eyn Îsayê.

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, agir berdan zeviyên çandiyê yên şêniyên gundê Miserfe.

Heta niha şênî nikarin agirê dagirkeriyê bi zeviyên wan xistine vemirînin.

​​​​​​​Şevê din jî Artêşa dagirker û çeteyên wê, zeviyan gundên Rîhaniyê, Feyseliyê û Qasimiyê yên Til Temirê şewitandin.

Zeviyên Girê Spî jî dewleta Tirk nesitirîn, duh zeviyên gundên Serzorî, Faris û Kefîfa şewitandin.

Şênî hewl dan agir vemirînin lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî şêniyan kirin.

Her wiha zeviyên Minbicê jî şewitîn.

Ji bo mîna van rewşan Rêveberiya Xweser amadekariyên parastina mewsimê îsal girtin.

Îro jî Meclisa kantona Qamişlo numareyên telefonê ji bo rewşên awarte diyar kir.

Ev yek jî bi ermanca ku li herêmê agir çêbibe gel bikaribe Tîmên awarte agahdar bike da ku agir kontrol bikin.

Numariyên ji bo rewşên awarte hatine diyarkirin ev in:

459752-113

Cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina zeviyên xwe, nobet tê girtin

Ji bo ku şewat li herêmên din jî dûbarê nebe, cotkaran parastina zeviyên xwe dikin û gelek tedbîran digirn.

Cotkarên Reqayê jî biryar dan ku bi şev û roj li ser erdê xwe nobetê bigirin.

Her wiha xwediyên terektorên çandiniyê, sarîcên avê û ekîpên agirkujiyê ji bo rewşên awarte yên şewatê seferber bûne.

Back to top button