
Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ragihand ku hêzên wan ên parastina esîmanî balafireke bê mirov a dewleta Tirk li devera Eyn Zara ya Terablûsê anî xwar.
Di çarçoveya Operasyona Tuyûr El-Ebabîl a Artêşa Niştîmanî de, baregeha balafirên bê mirov a dewleta Tirk li Terablusê hat topbarankirin.
Tê zanîn operasyona navborî li dijî Operasyona Hêzên Wîfaqê ya bi navê “Burkan El-Xedeb” ku balafirên bê mirov bi kar tîne, dest pê kiribû.