Heta niha cenazeyên qurbanên komkûjiya Hewlêlê ne diyar in

Beriya vê bi 23 salan li Hewlêlê komkujiyeke din li ser yê berê zêde bû. PDK 80 birîndarên PKK’ê û welatparêz di nexweşxaneyekî hewlêrê de şehîd xist. Heta îro jî hîna çarenûsa cenazeyên şehîdên komkûjiyê ne diyar e. Hikûmet û parlamento jî guhê xwe girtine.

16’ê Gulana 1997’an komkujiya Hewlêlê li ser komkujiyê beriya wê zêde kir.

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 1983’yan ve êrîşên dagirkeriyê li ser başûrê Kurdistanê pêk tîne.

14’ê Gulana 1997’an bi tevlîbûna zêdeyî 200 hezar leşker, dewleta Tirk ‘Operasyona çakûçan’ a tunekirina hebûna kurdan da destpêkirin.

Piştî 2 rojan, hikumeta PDK’ê yê wê demê sozên xwe pêkneanî.

PDK’ê êrîşê nexweşxaneya birîndarê PKK’ê lê diman, Navenda Giştî ya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk ya Kurdistanê, ofîsa Navenda Çanda Mezopotamya ya Hewlêrê, Komeleya Yekîtiya Jinên Azad ya Kurdistanê û navenda rojnameyên Welat û Welatê Roj kirin.

Di wê êrîşê de, 52 birîndarên PKK’ê, bi giştî 80 welatparêz şehîd bûn.

Tevî ku 23 sal li ser vê komkujiya Hewlêrê re derbas bûye jî hîna çarenûna cenazeyê kesên şehîd bûyîn nediyar e.

2010’an xizmên şehîdan ji bo dîtina cenazeyên zarokên xwe, Komeleya Piştevaniya Şer avakirin.

2011’an Komîteya Mafê Mirovan a Parlamentoya başûrê Kurdistanê dest bi karkirina li ser vê dosyayê kir û daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Hundirîn kir.

2012’an de Wezareta Hundir a başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê li xwe mukir hat kir ku ji komkujiyê ti kes nefelitîne û tevahî şehîd bûne.

Piştî 23 salên komkujiyê, niha ew cihên ku komkujî lê pêk hatine, wêran kirine, Di demekî ku hîn guman hene ku hestiyên şehîdan li wir hebin.

Back to top button