DE MISTURA: KOMÎTEYA DESTÛRÊ YA SÛRÎ NE REWA YE

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan De Mistura têkildarî xebatên komîteya destûra Sûrî axivî û diyar kir ku komîteya destûrê ya ku Rûsya, Tirkiye û Îran li ser dixebitin, ne rewa ye, ji ber ku ne bi biryardayîna Neteweyên Yekbûyî ye.

Piştî foruma li paytexta Qeterê Dewheyê, civînek der barê “Têkoşîna ji bo edaletê” de hate lidarxistin.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Staffan de De Mistura di wir de axivî û got:

“Destûr xala destpêkirinê ye û dabeşkirina desthilatdariyê pir girîng e, lê ew di biryara 2245`an de tune ye.”

De Mistura got:

” Çiqas dewleteke mezin û girîng be jî, biryara dawîn a Neteweyên Yekbûyî ye û heke erêkirin ji bo destûrê tune be, ew destûr ne rewa ye.”

Her wiha De Mistura destnîşan kir ku heta dawiya 31’ê Kanûnê wê bi awayekî bê-navber ji bo çareseriya aloziya Sûriyê kar bike.

Leave a Reply

Back to top button