Em ê weke jin pêşengtiya pêkanîna yekrêziya kurdî bikin

Jinên di nava partiyên siyasî yên Kobanê de, derbarê girîngiya yekrêziya kurdî de nerînên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku ji her demê zêdetir pêwistiya Gelê Kurd bi yekrêziyê heye, Em ê weke jinên kurd pêşengtiyê bikin û rola xwe pêk bînin.

Di demekê de ku li hember Gelê Kurd ji gelek aliyan ve êrîşên dijwar tên kirin, kurd bang li partiyên siyasî dikin ku yekrêziya kurdî mayinde bikin û hebûna gelê kurd biparêzin.

Hewildanên avakirina yekîtiyê hîn didomin.

Têkildarî mijarê jinên di nava partiyên siyasî yên Kobanê de, nêrîna xwe anîn ziman.

Endama PDKS’ê Gulîstan Etî diyar kir ku pêwistiya gelê kurd bi yekrêziya Kurdî heye û dibêje:

Ev demeke dirêj e ku hewildanên KNK’ê ji bo avakirina yekîtiyê heye.

Bi Yekîtiyê wê tevahî beşên civakê xwe di nav de bibînin, ne tenê di çarçoveya siyasî de be.

Divê em weke partiyên Kurdistanî pêşeng bin da ku em maf, hebûn û doza gelê xwe biparêzin.

Me jî weke jinên siyasetmedar gavek avêtiya da ku rola xwe di yekîtî de pêk bînin, ji ber wê bi pêşengiya KNK’ê me kongreyek li dar xist.

”Divê em tecrubeyan ji serpêhatiyên xwe bigirin”

Hevseroka PYD’ê ya Herêma Firatê Bêrîvan Hesen jî got:

Hevdîtin û hewildanên ji bo yekrêziya kurdî pêwist e xurt bin, da ku em nebin qurbaniya pilanên dewletên desthilatdar û dagirker.

Li Rojavayê Kurdistanê jin bûn peşeng, sembolên şoreşê û mohra xwe li hemû qadên jiyanê xistin.

Ji ber wê eger em bixwazin bi rengekî rast yekrêziya xwe bi dest bixin divê em rola jinê bidin pêş.

Hêviya me ji tevahî jinên Kurd heye ku pêşengiya vê yekrêziyê bikin ji bo ku em bi hêzeke mezintir li hember hemû cureyên êrîşan bisekinin.

Back to top button