Li Tirkiyê 20 gardiyanan, êrîşî 4 girtiyên jin ên li Girtîgeha Xarpêtê kirin

Li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê 20 gardiyanan, êrîşî 4 girtiyên jin kirin. Girtiyan dan zanîn ku ji ber lêdanê laşê wan werimî ye û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.

Zext û binpêkirinên dewleta Tirk ên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên li ser girtiyên siyasî bê-navber didomin.

Têkildarî mijarê girtiya bi navê Remziye Karadag ku li qawîşa C-a ya Girtîgeha Girtî ya Jinan a Xarpêtê dimîne, bi rêya telefonê agahî dan.

Remziye da zanîn ku 12’ê Gulanê 20 gardiyanan, êrîşî wê û 3 hevalên wê yên li qawîşê kirine.

Diyar kir ku tevî dema wan a bêhn-stendinê bi dawî nebûbû jî, gardiyanan ew bi zorê xistin odeyê û dema ku li dijî vê binpêkirinê derketin jî rastî êşkenceyê hatine.

Remziya got: Ji ber lêdanê laşê min werimî ye.

Lê tevî vê jî em nebirin nexweşxaneyê û rapor nedan me.

Gardiyan ji bo êrîşî girtiyan bikin hatine perwerdekirin.

Dibe ku di demekî nêz de êrîş zêdetir bibin.

Remziya Karadag bang li raya giştî û saziyên mafên mirovan kir ku li dijî binpêkirinên li girtîgehan bi hestiyar tevbigerin.

Back to top button