Meclisa Jinan a HDK’ê li dijî tundiyê kampanya dest pê kir

Meclisa Jinan a HDK’ê, bi armanca piştevaniya jinan, bi dirûşma ‘piştevaniya jinan li her derê ye’ kampanya da destpêkirin.

Meclisa Jinan a HDP’ê, derbarê zêdetibûna tundiya li ser jinan a di pêvajoya vîrusa Coronayê de gelek nîqaş dan meşandin.

Meclisê bi armanca pêşî-girtina li tundiyê, bi dirûşma ‘piştevaniya jinên li her derê ye’ kampanyek destpêkir.

Berdevka Meclisa Jinan a HDK’ê ya Stenbolê Aynur Cengîz da zanîn ku wan biryar dane ku di bin banê meclisê de maseya piştevanî û torên piştevaniyê ava bikin.

Aynur Cengîz got:

Emê bi yekîneyên wek hiqûq, psîkolojîk, tenduristî û aborî piştgiriyê bidin jinan.

Wê li 3 herêmên Stenbolê xetek hevpar a telefonê were avakirin û daxwazên wan werin girtn.

Li gorî vê, wê çareserî pêk were. Her wiha tevahî serlêdan wê bibin rapor.

Berdevka Meclisê teqez kir ku wê jin ji her derê bikaribin xwe bigihînin me.

Back to top button