Li Enqerayê 350 malbat bûn xwişk û bira

Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Denîz Akîl derbarê kampanya ‘Xwişk û Bira’ ya li Enqereyê dewam dike de agahî da û diyar kir ku heta niha bi 350’î zêdetir malbatî re hatine cem hev û got: Em gelan ji hev nadin alî, li nasnameyan nanêrin û bi têkoşîna mirovî re wê destên xwe bidin hev.

Bi derketina Vîrûsa Corona re, welatî ji bo ku xwe ji vîrusê biparêzin li malên xwe dimînin.

Ji ber kûrbûna xizanî û belatiyê bi hezaran malbatên ku nikarin kirê, fatureyên xwe bidin hene.

Di vê pêvajoyê de gelek partiyên muxalîf û şaredariyan pakêtên alîkariyê amade kirin û hewl dan xwe bigihînin malbatan, lê desthilatdariyê asteng kir.

HDP’ê di vê pêvajoyê de kampanya ‘xwişk û bira’ da destpêkirin û piştgiriya ji bo malbat, jin, kedkar û penaberan didomîne.

Betalî gihişt astek bi tirs

Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Denîz Akîl xebatên li Enqereyê vegot û diyar kir ku kampanya her diçe mezin dibe û heta niha xwe gihandine zêdeyî 350 malbatan û ji bo 400 malbatî jî alîkarî amade kirine.

Denîz anî ziman ku bi kampanyayê re mirovan dest dane hev û wiha got:

Li gorî telefonên ji me re tên diyar e ku hejmara betalan gelek zêde ye.

Em herî zêde li malbatên ku betal mane digerin.

Em nikarin pirsgirêka betaliyê çareser bikin, lê em di vê pêvajoyê de dikevin piştevaniyê.

Em bi piştevaniyê, bi wan didin hîskirin ku HDP li gel wan e.

Li aliyê din jî malbatên piştgiriyê didin bi malbatên hewcedar re tên gel hev.

Denîz daxuyakirin ku piranî malbatên penaber serî li wan didin û ev tişt got:

Penaber bi birçîbûnê re tên rû hev.

Dewlet alîkariyê pêşkêş nake.

Betalî wê di rojên pêş de xwe bigihîne astek mezin.

Wisa bidome, wê jin dîsa mexdûr bibin, neçar bimînin ku bi pereyekî kêm bixebitin.

Ji ber vê binpêkirina maf zêde dibe, faşizm jî pêş dikeve.

Yekane riya li dijî vê têkoşîn e.

Back to top button