Bûldan: Em bêdeng bimînin dê dor bê Stenbol û Enqerê

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û got: Ger em îro hemû bi hevre li dijî tayînkirina qeyûm a Îdir û Sêrtê dernekvin, wê sibe dor bê Stenbol, Enqere, Antalya, Îzmîr û Mêrsînê jî.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, ji Stenbolê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a şaredariyên Îdir, Sêrt, navçeyên Misirc, Hawêlê û Altino-vayê da.

Bûldan, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û wiha got:

Di van rojên zor û zehmet de, bi taybetî di vê pêvajoya vîrûsa Coronayê de, hemû cîhan li dijî wê têdikoşin.

Lê, AKP û hevkarê wê yê biçûk MHP li dijî kurdan û HDP’ê têdikoşe.

Kurd û HDP kirine hedefa xwe û êrîşî me dikin.

Bûldan: Vîna gel tune dihesibîn in

Bûldan, da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê keyspereste, di heman demê de dijminê kurd, Elewî û jinane û wiha dewam kir:

Me duh carek din dît ku feraseta keysperestiya AKP’ê, hemû qezencên kurdan, hêzên demokrasiyê, mûxalîf û jinan desteser û xesp dike.

Carek din vîna gel tune hesiband.

Berê jî di pêvajoya vîrûsê de qeyûm tayînî 8 şaredariyên me kirin.

Ev hişmendî û feraseta darbê ye.

Bûldan: Veguherandine qereqolan

Hevseroka Giştî ya HDP’ê, anî ziman ku ewê tu carî tayînkirina qeyûman qebûl nekin û wiha bilêv kir:

Qeyûmên hatin tayînkirin nerawa ne.

Li cem gel tu rewabûna van qeyûman tineye.

Şaredarên ku qeyûm tayînî wan hatine kirin, her yekê veguherandine qereqolan.

Gel nikarin bikevin wan şaredariyan.

Tenê hêzên ewlekariyê dikevin wan şaredariyan.

Bûldan: Nikare bi hilbijartinê qezenç bike

Bûldan got, hezar sal jî derbas bibe wê AKP bi hilbijartinê şaredariyên ku qeyûm tayînî wan kiriye qezenç neke û wiha pê de çû:

Hûn bi tunehesibandina vîna milyonan nikarin vî welatî bi rê ve bibin.

Heke em îro dengê xwe ji tayînkirina qeyûman re dernexin wê qeyûm tayînî Enqere, Stenbol, Antalya, Îzmîr, Antalya û Mersînê jî bê kirin.

Emê serê xwe ji we re berjêr nekin û li ber we çong neşikînin.

Back to top button