Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê 4 balafirên Tirkî xistin xwarê

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê 4 balafirên Tirkî li deverên cuda anîn xwarê û êrîşên hikûmeta Wîfaqê û çeteyên dewleta Tirk li herêma El-Wetiya jî şkandin.

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, ragihand ku hêzên wan 4 balafirên bê mirov ên Tirkî li derdora Terablusa paytext anîn xwarê.

Artêşa Niştimanî diyar kir ku ev balafir hewil didan ku nuqteyên wan bikin armanc.

Artêşa Niştimanî anî ziman ku êrîşên hikûmeta Wîfaqê û çeteyên dewleta Tirk li ser herêma El-Wetiya jî hatin şkandin.

Di van şeran de 9 çekdarên hikûmeta Wîfaqê hatin dîlgirtin.

Back to top button