Li bajarê Dihokê xwepêşandanek hat lidarxistin

Karmend û mamosteyên bajarê Dihokê ya Başûrê Kurdistanê ji bo dayîna mûçeyan xwepêşandanek li dar xist, hêzên asayîşê jî êrîşî wan kir û gelek kes binçav kirin.

Komek karmend û mamostayên Dihokê li dijî nedana mûçeyên wan li parka Azadî ya bajarê Dihokê xwepêşandanek li dar xist.

Piştî destpêkirina çalakiyê polîsan hêz bi kar anî û xwepêşander belav kirin û 20 kes binçav kirin, ku 8 ji wan rojnameger in.

Beriya destpêkirina vê xwepêşandanê jî asayîş dest bi binçavkirinan kiribû.

Duh bi şev yek ji endamên komîteya amdekar a xwepêşandanên Dihokê, Bedel Berwarî hatibû binçavirin û hîn jî çarenûsa wî nayê zanîn.

Îro jî endamekî din ê komîteya amdekar a xwepêşandanan ê binavê Umîd Beroşkî hat binçavkirin.

Li bajaroka Şêladizê jî gelek karmendan xwest li dijî nedana muçe dest bi xwepêşandanê bikin, lê ji aliyê asayîşê ve hatin astengkirin.

Bi heman armancê, li navçeya Kelarê jî, çalakiyek hat lidarxistin.

Back to top button