Li Iraqê di nava 24 saetên dawî de 67 kes bi vîrûsa Coronayê ketine, 37 kes baş bûne û 4 kes jî bi vîrûsê mirine.
Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê têkildarê daneyên dawî yên virûsê daxuyaniyek nivîskî belavkir.
Wezaretê diyar kir ku di 24 saetên dawî de li Iraqê 3 hezar û 100 test hatine kirin û 67 kesên bi Coronayê ketine hatine tomarkirin.
Wezaretê anî ziman ku 4 kesan ji ber vîrusa Coronayê jiyana xwe ji dest da, 37 kes jî baş bûne.
Di dawiyê hat destnîşankirin ku li Iraqê heta niha 3 hezar û 260 kes bi Coronayê ketine, ji wan 2 hezar û 126 kes baş bûne û 121 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.