Dewleta Tirk gundên Şêrawa bi topan bombebaran dike.

Dewleta Tirk bi çeteyên xwe ve gundên Şêrewa ji sibehê ve bi topan bombebaran dike.

Dewleta tirk a dagirker bi çeteyên xwe ve ji destê sibehê ve herêma Şehba bi topan bombebaran dike.

Gundên ku ji aliyê dagikeran ve ji vê sibehê de di bin bomberanê de ne wiha ne; Aqibê, Soxanekê, Bêne Xiribkê û gundê Dircmelê.

Di derbarê ziyana encama topbarana dagirkeran ve heta niha tû agahî nîne.

Ev gundên ku ji serê sibehê ve heta niha tên topbarankirin demek dirêje bê navber rastî êrîşên bi vî rengî tên û gelek caran di encama êrîşan de ji jin û zarok jî di nav de gelek sivîl hatine qetilkirin.

Back to top button