Di xwepêşandanên Dihokê de gelek kes ji aliyê asayîşê ve hatin girtin

Li Başûrê Kurdistanê, li dijî nedana mûçeyan, mamoste û kermendên daketin qadan û bertek nîşan dan û gelek kes ji aliyê asayîşê ve hatin binçavkirin, di nav de jî rojnamevan.

Der barê vê de Tevgera Azadî û Komîteya Karê Hevbeş a Çap a Kurdistanê bang li welatiyên herêmê kir ku bi hevbeşî çalakiyan bidomînin û daxwaza berdana çalakvanan kir.

Duh li parka Azadî ya Dihokê, bi pêşengiya koma ‘Kanî Paşkewt ‘xwepêşandanek li dijî nedana mûçeyan hate lidarxistin. Di çalakiyê de jimareke mamoste, karmend, rojnameger û çalakvanên civaka sivîl hatin binçavkirin.

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li dijî binçavkirina çalakvanan daxuyaniyeke nivîskî weşand û anî ziman:”Jiyana xelkên Başûrê Kurdistanê di rewşeke herî xerab de ye û hikûmeta herêmê jî pirsgirêkên wan ên jiyanî û xizmetguzarî çareser nake.”

Tevgera Azadî: Divê tevahî welatiyên herêmê bi hevbeşî çalakiyan bidomînin

Tevgera Azadî kirinên PDK’ê şermezar kirin û bang li tevahî şêniyên herêmê kir ku bi hev re çalakiyên hevbeş li dar bixin, da ku zextên cidî li hikûmetê bibin.

Her wiha û bi heman armancê, Komîteya Karê Hevbeş a Çep a Kurdistanê ku ji ‘Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistan, Hizba Zehmetkêşana Kurdistan, Hizba Şuiya Kurdistanê’ pêk tê, daxuyaniyek weşand.

Komîteya Karê Hevbeş a Çep a Kurdistanê: Divê mamoste, karmend û çalakvanên Civaka Sivîl ên binçavkirî bên berdean

Komîteyê jî da xuyakirin ku xwepêşandana Dihokê mafekî rewa ye û divê mamoste, karmend û çalakvanên binçavkirî bên berdan.

Ji aliyê xwe ve serokê Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê Hemdî Berwarî jî anî ziman “Zêdetirî 100 xwepêşander hatin binçavkirin û heta niha 15 kes binçavkirî ne ku di nav de endamê Komîteya amadekar yê xwepêşandanê Bedel Berwarî jî heye”.

Li bajarokê Şêladizê jî gelek karmendan xwestin bi heman armancê dest bi xwepêşandanê bikin, lê ji aliyê asayîşê ve hatin astengkirin.

Back to top button