Rewşa jinan li Sûriyê..Jin ji ber bêkarî, koçberî û binpêkirinên li dijî wê êşê dikişînin

Di nava 9 salên ji aloziya Sûriyê de, yê herî zêde berdêl dayî jin bûn, jin li herêmên hikumeta Şamê tên paşguhkirin, li herêmên dagirkirî jî rastî heqaret û tecewuz tên..
Bi vî awayî mafê jinê li Suriyê tê binpêkirin.

Aloziya li Sûriyê ya ku bû 9 sal in, bandor li rewşa jiyanî û civakî kiriye.

Nexasim ji bo jinan, rewşa wê aloztir kir..

Jinên li Sûriyê, ji ber şerê ku rû dayî, êşa windakirina zarok, hevjîn an jî xizmekî xwe dikişîne, her wiha êşa windakirina mal, milk û warê xwe jî dikişîne..

Êşa her dijwar jî koçberkirin û binpêkirinên li dijî wê pêk hatine..

Çavdêriya Sûrî, da zanîn ku jinan di nava vê aloziyê de rastî binpêkirinên herî derexlaqî û dijmirovî hatin.

Çavdêriyê ragihand ku li gelek herêmên li Suriyê yê di bin serweriya hikumeta Şamê de, şer lê rawestî ye, lê pirsgirên ku jin dijîn lê bidawî nebûne.

Jin heta niha tên paşguhkirin, bêkar û bêmaf dimînin.

Tevî aloziya aborî li Suriyê jî jinên karmend bi heqdesteke gelekî kêm kar dikin..

Her wiha ji ber rûxandin û wêrankirina dibistanan, jimarek ji jinên ciwan ji dibistanê qut bûn, bêperwerde jî man.

Jin rastî heqaret û tecewuzê tên

Li aliyê din jî rewşa jinan li herêmên dagirkirî, kembaxtir e.

Jinên li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin dagirkirin, rastî her cure tundî, heqaret, revandin û kuştinê tên.

Ji ber van kirinan, diyardeya zewaca temen biçûk zêdetir bû. ev tev ji bilî kirinên destdirêjî û tezewuza jinan a ku rojene ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve pêk tên.

Li Idlibê bi taybet, ji ber bêkariya ku 90% derbas kiriye diyardeya parsê zêdetir bû.

Çavdêriya Sûrî bal kişand ser rewşa jinan di pêvajoya derketina DAIŞ’ê de li Sûriyê jî û destnîşan kir ku jinan ji ber DAIŞ’ê jiyaneke tarî û durî pîravên mirovahiyê jiyan kirin û tevahî mafê wan hate bipêkirin.

Jin li herêmên Rêveberiya Xweser xwedî biryar in

Her dawî Çavdêriyê rewşa jinên li herêmên rêveberiya xweser de jî bi bîr xist û got:

Jinên li herêmên xwerêvebirinê xwedî biryar in, jinan tevahî mafê xwe bidestxistine û di asta siyasî û rêvebirinê de kar dikin.

Back to top button