Li Los Ancols ji ber şewatekê teqînek rû da

Li bajarê Los Angeles ê Amerikayê di dema vemirandina şewatê de teqînek rûda û 11 xebatkarên agirkujiyê birîndar bûn.

Teqîn di dema tîmên agirkujiyê dixwestin agirê li nava bazar vemirînin pêk hat.

Fermandariya tîma agirkujiyê ya Los Angelesê ragihand ku kesên birîndar bûne, rewşa wan nediyar e.

Berdevkê tîma agirkujiyê jî da xuyakirin ku 230 xebatkar ji bo vemirandina şewatê dixebitîn.

Rêveberiya tîma agirkujiyê bi daxuyaniyekê de diyar kir ku ji bo dermankirina endamên tîma agirkujiyê beşeke taybet vekirine.

Back to top button