LI ÊLIHÊ DAXUYANIYÊN ÇAPEMENIYÊ KIRIN BI PERE

Zextên hikumeta faşîst a AKP’ê li ser gel her ku diçe zêde dibin.

Vê carê jî li Êlihê hikumeta faşîst pereyan li ser daxuyaniyên werin dayîn û kesên tevlî daxuyaniyê bûne tê ferzkirin.

62 endamên (HDP) ên di dema Rewşa Awarte de li tevahiya bajêr beşdarî daxuyaniyên cuda bûne, bi hinceta “Li dijî Qanûna Qebehetan” 183 car, bi giştî 41 hezar û 541 Lîreyên Tirkiyê cezayê pere li wan hat birîn.

Ne tenê partiyên siyasî, beşên rêxistnên kedê jî hatin cezakirin.

Ji bo kesên beşdarî daxuyaniyên çapemeniyê yên partiyên siyasî û rêxistinên kedê yên bajêr bûn bi giştî 61 hezar û 32 Lîreyên Tirkî cezayê pere hat birîn.

Pêkanîna cezayê pere piştî Rewşa Awarte jî dewam dike.

Kedkaran, diyar kir ku cezayê pere ne hiqûqiye û dixwazin bi van cezayan wan çavtirsandî bikin.

Leave a Reply

Back to top button