Hêzên hikûmetê Başûrê Idlibê topbaran kir

Şerê aliyan ê li Parêzgeha Idlbibê ya Sûrî didome.

Hem şerê li ser erdê dewam dike û hem jî amadekariya şerên nû tê kirin.

Hêzên hikumeta Şamê, îro careke din herêmên li başûrê Idlibê, topbaran kir.

Her wiha dewleta Tirk karwanekî din ê maşîneyan gihand noqteyên xwe yên Çavdêriyê yên li Idlibê.

Agirbesta Putin-Erdogan ku di roja 73’an de ye careke din hat binpêkirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku, hêzên hikumeta Şamê di saetên sibehê de, deverên Sifûhin û Filêfil ên başûrê Idlibê û Afs a li rojhilatê Idlibê, topbaran kir.

Di heman demê de, di navbera hêzên Hikumetê û çeteyên dewleta Tirk li aliyê El-Riwêha şer derket.

Her wiha li eniya gundê Riwêha ya li başûrê Idlib jî di navbera hêzên hikûmeta Şamê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, şer derket.

Li vê eniyê di nava 10 rojan de ev cara duyemîn e ku hewldana hêzên hikûmeta Şamê ya bidestxistina gund têk diçe.

Derbarê encamên şerê li vir de, ti agahî nehatin zanîn.

Ji 3 meh û nîvan ve, 6700 maşîneyên leşkerî yên Tirkiyê derbas Idlibê bûne

Li aliyê din dewleta Tirk a dagirker şandina hêza leşkerî ber Idlibê ve didomîne.

Ji vê yekê jî diyar dibe ku ew xwe ji bo şerekî giran amade dike.

Çavdêya Sûrî ya mafê Mirovan diyar kir ku dewleta tirk îro karwanekî din ê derbasî Idlibê kir.

Karwanê ku ji dehan maşîneyên bi madeyên lojistî û leşkerî dagirtî, di deriyê Keferlosîn re derbasî Idlibê bû û ber bi noqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk ên li herêmê ve hat şandin.

Li gorî çavdêriya Sûrî, di 3 meh û nîvan de jimara alavên leşkerî yên ku dewleta Tirk derbasî Idlibê kirine zêdetirî 6 hezar û 700 maşîneyan e.

Her wiha zêdetirî 10 hezarê leşker jî şandine herêmê.

Back to top button