QSD’ê 4 çeteyên ku ji girtîgeheke Holê reviyabûn, girtin

Metirsiya çeteyên DAIŞ’iyên girtî yek ji gefa herî mezin ya li ser herêmê ye.

Bi her êrîşeke dagirkeriya dewleta tirk re, ev çete careke din dest bi derxistina tevlîheviyê dikin.

Hêzên QSD’ê 4 çeteyên DAIŞ’ê ku doh ji kampa navçeya Holê reviyabûn girtin.

Di çarçoveya têkoşîan li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê de, Hêzên QSD’ê gelek çete li herêmên rojhilatê Dêra Zorê girtin.

Li bakur û rojhilatê Sûrî zêdeyî 10 hezar çeteyên DAIŞ’ê yên di şerê rizgarkirina herêmê ji çeteyan de hatine girtin.

Bi her êrîşeke dagirkeriya dewleta tirk ya li ser herêmên bakurê Sûrî re, ev çete dest bi derxistina tevlîheviyan dikin.

Her wiha çeteyên ku hewla revê didin jî berê xwe didin Tirkiyê.

Doh jî 7 çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgeheke navçeya Holê ya rojhilata bajarê Hesekê reviyabûn.

Çavkaniyên taybet ji televizyona me re ragihandin ku Hêzên QSD’ê 4 ji wan çeteyan girtine.

Her wiha lêgerîna ji bo her 3 çeteyên din jî dewam e.

Hate zanîn ku çeteyên reviyane, ji Sûriyê ne.

Çavlirêye ku Hêzên QSD’ê li ser mijarê daxuyaniyeke fermî bide.

Li Bakurê Dêra Zorê 2 çete hatin kuştin û gelekjî hatine girtin

Her wiha têkoşîna QSD’ê û Koalîsyona Navdewletî ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê jî dewam dike.

Hêzên Sûriya Demokratîk li ser hesebê xwe yê tiwitterê ragihand ku hêzên wan yên taybet bi hevkariya Koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê, li herêma Busêra ya Dêra Zorê operasyonek pêk anîn.

Di oparasyonê de 2 çeteyên DAIŞ’ê ku ji Iraqê ne bombeyên li ser xwe teqandin.

Her wiha şervanên QSD’ê jî gelek çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Back to top button